Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Bodrûmê karkerekê avakirinê bi sûcê “li medyaya civakî propagandakirina ji bo PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê)” hat girtin.
Midiriya Bodrûmê bikarhênerekê bi navê V.A. ku li Bodrumê di avakirina avahiyan de kar dikir bi sûcê propagandaya li medyaya civakî desteser kiriye.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Li gor nûçeya Bodrum Haberê, dadgeha wê derê ji bo V.Ayî biryara girtinê daye.
Wezareta Karên Navxweyî di 12ê Nîsanê de eşkere kir ku di hefteyekê de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî ji bo 154 kesan pêvajoya lêpirsîna qanûnî hatiye dest pê kirin.
Bixwîne - Di hefteyekê de lêpirsîn li ser 154 bikarhênerên medyaya civakî hatiye kirin
Herweha wezaretê di 26ê Sibatê de eşkere kiribû ku ji ber ku 845 kesan operasyona li ser Efrînê rexne kirine ew hatine desteserkirin. (AS/MB)