Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Planting Peace saziyeka sivîl e, wê alayek şandıye asîmanan û xwestıye ji bo têkoşîna mafên mirovan piştgiriyê bide LGBTIyê û dîyar kir ‘’feza dosta LGBTIyê ye.’’
Planting Peaceyê ji bo şandina alayê pimpimokek(balon,pifdank) bi kar anîye ku ew pimpimok dikarin biçin bilindahîyeka zêde.
Wan GoProyek bi pimpimokekê ve girê daye û dîmenên bilindbûna alayê girtine.
Alaya keskesor sê sietan heta 33 kîlometreyan bilind bûye û ketıye.
Planting Peaceyê
Piştî vîdeoyê ev peyam da wan kesên LGBTI:
‘’Hûn tên hezkirin, qedr û qîmetê we heye û hûn delal in.
‘’Ti kêşeya digel we nîne.
‘’Hûn ne bi tenê ne, em bi we re ne.’’
Çalakîyên deng vedayîn
Planting Peaceyê, di van salên paşiyê de hin çalakî kirin ku deng vedan.
Westboro Baptist Church kesek e ku bi zimanreşiya xwe tê zanîn. Planting Peaceyê, li taxa wî Xaniyê Wekheviyê çêkir.
Aktîvîstan li heman kolanê xaniyekê dî jî girtıye û wek xaniyê ‘’ Transa Pride’’ amade kirıye.
Di Tîrmeha 2016ê de, li Ohioyê wêneyên ku Ted Kruz û Donald Trup hev maç dikin hatibû hilawistine. (ÇT/MB)