Piştî biryara Muqteda Sedr a destberdana ji siyasetê û xwepêşandana alîgirên wî li gelek taxên Bexdayê û bi taybet li navçeya Kesk a vî bajarî, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedeya derketina derve li Bexdayê ragihandiye.
Li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê ji ber çalakiya alîgirên Muqteda Sedr qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Li gor biryara Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, qedexeya derketina derve li Bexdayê ji îro demjimêr 15:30 ve dest pê dike û li gor biryarê rê li hatin û çûna hemwelatiyan û otomobîlan nayê dayîn.
Di daxuyaniya ragihandina qedexeyê de hatiye gotin ku biryara qedexeyê ji bo aramkirina rewşê ye.
Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro di peyamekê de li ser twittera xwe ragihandiye ku wî bi tevahî dest ji siyasetê berdaye.
Piştî peyama Sedr, alîgirên wî daketin kolanên Bexdayê û hewl dan derbasî navçeya Kesk bibin, hêzên ewlekariyê hewl didin bi ava şid hewl didin xwepêşanderên alîgirên Sedr belav bikin. Sedr wiha gotibû, "Ez radigihînim ku min dest ji karên siyasî kişand û ez bi temamî ji siyasetê vekişiyam. Merzelê bavê min, saziya berhema dîrokî û muzeya malbata Sedr ne tê de, min biryara girtina hemû saziyan da."
Her weha ev helwêsta Muqteda Sedr di demekê de ye ku ji dawiya meha bihorî ve alîgirên Tevgera Sedr li nêzîk avahiya parlamentoya Iraqê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Ajansa Mezopotamyayê