Fotograf: MA
Bi hatina demsala payîzê re li herêma Gundikêmelî jinan dest bi çêkirina dimsê kiriye. Li bajarokê ku girêdayî Şirnexê ye û di navbera Çiyayê Cûdî û Bestayê de ye, jin û mêr ji rezan tiriyan berhev dikin, paqij dikin, digivêşin û paşe jî dikelinin.
Dimsa bi şêweyê palûteyê ango zibareyê tê çêkirin. Hinekî jê difiroşin hinekî jî ji bo xwarina xwe dihêlin.
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût bi jin û mêrên Gundikêmelî re axiviye. Heybet Artûça 46 salî a ku tiriyan berhev dike gotiye ku her sal bi rojan ew dimsê çêdikin: “Her sal di meha Îlonê de em tiriyan xwe berhev dikin. Tiriyên me hem zer û hem jî yê reş e. Em herdûyan tevlihev dikin û pişt re em axa spî jî diavêjin nav û kisîkan de bi piyên xwe digivêjin. Ew ava ku jê diçe jî em dikelînin. Ew av paqij dibe û piştre wê avê dikelînin. Heta çend seatan dikelînin û piştre ew av dibe dims. Ew dimsa ku amade dikin hin ji wê dixwin û hin ji wê jî difiroşin.
“Zehmetiyên çêkirina wê gelek in. Biharan rezê xwe dikolin, derman dikin û heta meha Îlonê lê dinêrin. Îlonê jî em dest bi çêkirina wê dikin û ev jî gelek zehmete. Em serê sibehê dest bi çêkirina wê dikin û heta êvaran dixebitin. Çêkirina wê heta 3 rojên din dê bidome."
20 deqîqeyan digivêşin
Eyûp Artûçê 46 salî yê ku tirî digivêşe jî diyar kiriye ku ew bi awayeke hevpar dimsê çêdikin: “Ew tiriyê ku tê komkirin, em dikin telîsan. Piştre teyfikeke ji axa spî jî diavêjin nav. Piştre jî ez bi piyên xwe digivêşim. Ew av diçe quşxaneyan. Ew ava ku tê peydakirin jî di quşxaneyên mezin de tê kelandin. Heta ku ew av zelal dibe em dikelînin. Piştre jî dikin quşxaneyên dimsê. Ez dora 20 deqîqeyan pê re mijûl dibim."
Zehra Artûça 56 salî ya ku dimsê dikelîne jî gotiye ku her sal ew bi çêkirina dimsê amadekariyên zivistanê didin destpêkirin: “Em darên ter û hişk dixin binde. Hêdî hêdî dikele. Qederê 2-3 seatan dikele. Divê mirov li ber bisekine û nehêle kew bide. Pêwîste dims zelal be. Zehmetiyên wê hene. Çêkirina dimsê jî li ser heyina tirî ye. Kesê ku çêdike jî divê hosta be.
"Dimsa bajarokê me binav û deng e û pir zêde tê tercîhkirin. Dimsa ku em çêdikin jî ji bo tendûristiya mirovî baş e. Dimsa ku ji marketan tê kirin mirov nizane ku çawa çêdikin û ji ber wê jî di navbera dimsa ku em çêdikin û ya marketan de ferq heye. A ku em çêdikin ji nexweşiyan re jî derman e.” (FD)