* Fotograf: Komîteyên Ciwanan / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê, ji bo astengkirina çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li Beşîktaş û Sariyerê meş û xwepêşandan qedexe kiriye.
Xwendekaran gotine, “Em ê bideng nebin, em ê qebûl nekin û dev jê bernedin. Bila kesên hatine desteserkirin demildest were berdan û bila hevalen me azad bibin.” Her weha xwendekaran ji bo di saet 14.00ê îro de li ber Deriyê Başûr yê Zanîngeha Bogazîçîyê çalaki pêk were bang kiribûn.
Alî Yerlîkaya, Waliyê Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û gotiye, “Hatiye nirxandin ku çalakiya plankirî bi awayekî neyînî wê bandorê li ser xebatên antengkirina belavbûna şewbê û parastina civakê ji şewbê çêbike. Ji ber vê li van her du navçeyên me her cûre civîn, xwepêşandan û meşen hatine qedexekirin.”
Çi bûbû?
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Melih Bulu weke rektor tayîn kiribû. Piştî vê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ev biryar protesto kiribûn. Di encama çalakiyên protestoyî de duh sibê (5ê Kanûna Paşiyê) bi serde girtinên malan de 17 xwendekar hatibûn desteserkirin. Hatibû diyarkirin ku li pey 11 kesên tevlî çalakiyê bûne jî digerin.(TP/AY)