Li Berlînê bi navê “Female Voice of Kurdistan” (Dengên Jinên Kurdistanê) wê festîvalek pêk bê.
Di festîvalê de wê ji her çar parçeyan 8 hunermend di navbera 24 û 25ê Hezîranê de konserên zindî û online bidin.
Ji bo festîvalê ji Bakur Berfîn Aktay û Sakîna Teyna, ji Başûr Kawyar Hadî û Wajeda Xêro, ji Rojava Jînda Kanco û Sîdar Îbrahîm û ji Rojhilat jî Sahar Lotfî û Hanî Mojtedy wê stranên xwe bistirên.
Operaya Hemdem a Berlînê bi piştgiriya saziya fonê ya Berlînê vê festîvalê li dar dixe û wê konser li Berlîna paytexta Almanyayê, li Villa Elizabethê çêbibin.
Ji bo jinên Afganistan û Îranê jî festîval pêk anîne
Saziyê beriya niha ji bo jinên Afganistanê bi navê “Dengên Jinên Afganistanê” û “Dengên Jinên Îranê” festîval pêk anîne.
Ji bo festîvala “Dengên Jinên Kurdistanê” salekê kar û xebat hatine kirin û piştî hilbijartina 8 hunermendên jin, dest bi amadekariyên festîvalê hatiye kirin.
Ji ber rewşa Kurdistanê, hunermendên Rojava û Başûr wê nikaribin li Berlînê konserên zindî pêşkêş bikin. Li şûna wê, konserên wan ên ku ji bo festîvalê di vîdeoyan de hatine tomarkirin, wê bi rêya sînevîzyonan bên nişandan.
Yalda Yazdanî derhênera hunerê ya festîvalê ye ku tevî Andreas Rochhollê derhêner û çeker, ji bo vê festîvalê li Kurdistanê geriyane û xebatên festîvalê birêve birine.
Her weha wê çîrokên hunermendên ku beşdarî festîvalê bûne jî weke vîdeoyên kurt bên nişandan.
Teyna: Festîvaleke girîng e
Yek ji beşdarên Festîvalê Sakîna Teynayê ji bo bianetê diyar kir ku ji ber beşdarbûna festîvalê ew gelekî şanaz e û çêkirina vê festîvalê pir girîng e. Teynayê got ku “Dil dixwest ku karekî dirêjtir bi gelek hunermendan re pêk bê” û “Ji ber ku wê bikaribe tevî hunermendên din, dengê jinên kurd û civata kurdan bi rêya vê festîvalê bigihîne cîhanê, bextewar e.”
Sakîna Teynayê bal kişand li ser hêla “polîtîk” a festîvalê û got ku amadekarên festîvalê bi taybet xwestin navê "Kurdistanê" li festîvalê bikin. Li gorî gotina Teynayê, her çend kesên biyanî, beriya niha bi navên Anatolya, Mezopotamya û yên mîna wan festîval li dar dixistin, lê ev cara yekem e ji bilî kurdan hin kes, bi navê Kurdistanê festîvalekê pêk tînin.
Her weha wê bang li kesên li Berlînê û bajarên derûdora wê dijîn kir û xwest ku biçin li stranên hunermendên jin ên kurd guhdar bikin. (FD)