Li Berlînê, polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Filistînê kirin
Di dema midaxeleya tund a polîsên Berlînê de xirecir çêbû. Di çalakiyê de polîs kulm li xwepêşanderek jin xist û heşt kes jî hatin desteserkirin.
Li Berlîn, paytexta Almanyayê polîsan bi tundî midaxeleyî xwepêşandana ji bo piştgiriya Filistînê kirin.
Nêzîkî 200 kes li herêma Hackescher Marktê ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, kuştina rojnamegeran û krîza birçîbûnê ya li herêmê protesto bikin, meşek li dar xistin. Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên "Komkujiya li Xezeyê rawestînin", "Rê vekin ku bila xurak bigihêje Xezeyê” û "Birçîbûna li Xezeyê bi dawî bikin" hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Îsraîla terorîst", "Îsraîla kujerê zarokan" û "Azadî ji bo Xezeyê" berz kirin.
Di dema midaxeleya tund a polîsên Berlînê de xirecir çêbû. Di çalakiyê de polîs kulm li xwepêşanderek jin xist û heşt kes jî hatin desteserkirin.

(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.