Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Senatoya Berlînê biryar daye ku li Berlînê ji îro pê ve 5 salan zêdekirina kirêya xaniyan qedxe ye. Xwediyên xaniyan ji bo temîrkirina xaniyê xwe heke bixwaze heqê kirêyê zêde bike divê pesendnameyeka fermî bistînin.
Ji sala 2007ê heta niho ji sedî 117 kirêya xaniyan zêd bûye. Sala 2018ê kirê ji sedî 13 hatibû zêdekirin. Tê diyarkirin ku ji ber bajar popûler dibe gelek kes bar dikin bajarî bû ji ber vê yekê kirê tê zêdekirin.
Welatîyan ji bo kêmkirina kirêyê bi dehan caran protesto kiribûn û kampanyayên îmzeyan dabûn dest pê kirin. Kampanyayek hatibû destpêkirin û ji bo kampanyayê 70 hezar îmze hatibûn komkirin.
Piştî biryara ji bo Berlînê welatî çaverê ne ku heman biryar ji bo bajarên dî yên Almanyayê jî bê dayin.
(HA/MB)
Çavkanî: Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) û Berliner Zeitung