İnfografik: Yağmur Karagöz
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hikûmet di 18e saliya desthiltdariya xwe de hîna jî behs dike ku “ew ê asta azadiyan bilind bike”, berovajî rihê Dokumena Stratejîk ya Mafên Mirovan a reforman hewl dide medyaya rexnegir bêdeng bike.
Di sala 2020an de me çar Raporên Çavdêriya Li Medyayê weşand û di van raporan de me bal kişand ser wî tiştî ku bi tohmeta “heqaret kirine”, “emdamên rêxistinê ne”, “bêyî ku bibin endamên rêxistinê alîkarî bi rêxistinê re kirine” an jî “sîxurî kirine” li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK), Qanûna Dijterorê (TMK), Qanûna Rêxistina Istixbarata Netewî (MIT) û Qanûna Cezayan a Leşkerî, 103 sal û 3 roj cezayê girtîgehê li 23 rojan (Ayşegul Dogan, Can Dundar, Denîz Yucel, Sûltan Çoban, Bariş Pehlîvan, Bariş Terkoglû, Mûrat Agirel, Yilmaz Ozdîl, Aydin Keser, Ferhat Çelîk, Hulya Kilinç, Kazim Guleçyuz û yên din) birîne.
Saziya Îlanên Çapemeniyê di sala 2020an de li ser hev 276 rojan cezayê birîna îlanan day pênc rojnameyên rexnegir. Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) li ser hev 19 milyon û 63 hezar û 835 TL cezayê pereyan li kanalên televîzyonê yên rexnegir ên weke Fox TV, Tele 1, Halk TV. Bi sedan nûnerên medyayê li bendê ne ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê kartên wan ên çapemeniyê yên turkuaz bide wan.
Girtin, şertê kontrola edlî, sirgunî…
Tirkiye li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya RSFyê, di nava 180 welatan di rêza 154an de ye. Her weha yek ji wan welatan e ku sîrkulasyona girtina rojnamegeran herî zêde ye. Ji ber ku di sala 2020an de dest danîye li ser mal û milkên rojnamegerên sirgunbûyî, li gorî Qanûna Cezayan a Leşkerî ceza li wan birîye û gelek caran bi şertê kontrola edlî hewl daye rojnamegeran bêdeng bike, mafparêzan gelek rexne lê kiriye.
Par 48 kes, di pênc salên dawiyê de 430 rojnameger desteser kirine
Di sala 2020an de herî hindik 48 rojnameger desteser kirine. Bi darê zorê xwestine îfadeyê ji 6 rojnamegeran werbigirin. 17 nûnerên medyayê bi “hinceta” ku li Pazarkuleyê dîmenên penaberên Tirkiyeyê ji bo çûna Ewropayê ew serbest kiribûn kişandine, desteser kiribûn. 12 xebatkarên medyayê jî ji ber ku derbarê belavbûna nexweşiy Covid-19ê de nûçe çêkirine û nivîs nivîsandine desteser kirine.
Di pênc salên dawiyê de 430 rojnameger dema karê xwe yê rojnamegeriyê dikirin hatine desteserkirin. Di sala 2016an de ku hewldana derbeyê di wê salê de pêk hatibû 201, di 2017an de 85, di 2018an de 47, di 2019an de jî 49 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Di 2020an de êrîşî 18 rojnamegeran kirine
Di sala 2020an de herî hindik êrîş birine ser 18 rojnamegeran. Gef li heft rojnamegeran xwarine. Li ber deriyê girtîgehê êrîşî Bariş Pehlîvanî kirine. Li kolanê derb li Ûlvî Tanriverdiyî xistine. Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî, rojnemegerên ku ji ber nivîsên wan ji wan aciz dibû, ew “bêpasevan” hiştine. Di nava salê de êrîş birine ser 14 nûçegihanên herêmî û du dezgehên medyayê yên herêmî.
Di pênc salên dawiyê de herî hindik êrîş birine ser 139 nûçegihanan û neh dezgehên medyayê. Di sala 2016an de dema rojnamegeran şer û pevçûn û çalakî dişopandin êrîş li wan bûye û di sala 2019an de jî piştî hilbijartina 31ê Adarê ya herêmî ji ber rexne li “Hevalbendiya Komarî” hatiye kirin êrîş li kolanan birine ser rojnamegerên herêmî. Van her du rewşan hiştiye ku rêjeya êrîşên li ser rojnamegeran bilindtir bibe.
Di sala 2016an de êrîş birine ser 56 rojnamegeran, di 2017an de 20 rojnameger û saziyên medyayê, di 2018an de 19 rojnameger û saziyeke medyayê. Di sala 2019an de jî 26 rojnameger bûne hedefa êrîşan. Di sala 2016 û 2017an de hêzên mixalif ên rejîma Şamê, du rojnamegerên Sûriyeyî, li Tirkiyeyê kuştibûn.
“Heqareta li Serokomarî": Di 6 salan de ceza li 63 rojnamegeran birîne
Ji Tebaxa 2014an û heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an ango ji roja ku Recep Tayyîp Erdogan bûye Serokomar û heta niha bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine” û ji ber Xala 299an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) cezayê girtîgehê yê taloqkirî û yê pereyan herî hindik li 63 rojnamegeran (Alî Ergîn Demîrhan, Onûr Emre Yagan û tevlî Farûk Arhanî) birîne.
Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê xwestibû ku Xala 299an a TCKyê were betalkirin lê Dadgeha Destûra Bingehîn nexwestiya betal bibe û ev xal bi destê dadgehan bûye sembola otorîteriyê.
Di sala 2020an de 276 roj cezayê qutkirina îlanan daye çapemeniya rexnegir
Saziya Îlanên Çapemeniyê(BİK) di sala 2020an de ji ber weşanên rexnegir cezayê qutkirina îlanan ji bo 276 rojan dabû rojnameyên Sozcu, Evrensel, BirGun, Cûmhûriyet û Korkûsûzê. Rojnameya Evrenselê bi 114 rojan bi dirêjtirîn demê cezayê qutkirina îlanan xweriye.
Mifetîşên bacê di sala 2020an de 371 hezar Lîreyê Tirkî li malpera Odatvyê birine. Di sala 2019an de jî cezayê qutkirina îlanan ji bo 68 rojan dabû rojnameya Evrensel û Cûmhûriyetê.
1358 nûçe hatine sansurkirin
Di sala 2020an de hezar û 358 nûçe ji ber ku derbarê mijarên weke gendeltiya li ser înternetê, bêisûlî, bazirganîya madeyên hişbir û îstîsmara zayendî hatine nivîsandin, bi biryara Dadgeha Ceza û Silh hatine astengkirin.
Di sala 2020an de weşanek hatiye qedexekirin û derbarê 24 malperên nûçeyan de biryara astengkirinê hatiye dayîn. Kartên çapemeniyê yên zêdetirî 150 nûnerên medyaya navnetewî li Tirkiyeyê di vê qonaxê de heta niha nehatine nûkirin. Her weha kartên çapemeniyê yên 27 rojnamegerên ku di saziyên çapemeniya rexnegir de kar dikin,hatine betalkirin.
Dadgeha Destûrî binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirine pesend kiriye
Di sala 2020an de Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê pênc rojnameger û du dezgehên medyayê hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar daye ku dewlet 66 hezar û 905 TL cezayê pereyan bide rojnameger û dezgehên medyayê. Di pênc salên dawiyê de di serlêdanên 32 rojnameger û pênc dezgehên medyayê de Dadgeha Destûrî 303 hezar û 487 Lireyê Tirkî cezayê tezmînatê li dewletê biriye.
Dadgeha Destûri ji ber ku derbarê dosyeyên rojnamegeran yên weke yên Tûncay Ozkan, Mûstafa Balbay, Can Dundar û Erdem Gulî de biryar dabû ku mafên wan hatine binpêkirin, bibû hedefa desthilatê. Cara dawî jî bi biryara dosyayeka “azadiya birêxistinbûnê” bibû hedefa Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî.
DMMEyê di nava 5 salan de ji bo 33 rojnamegeran ceza li Tirkiyeyê biriye
Tirkiye bi redkirin û dijî derketina biryarên ku weke derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) de hatiye dayîn rûbirûyê cezayên Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) maye. Tirkiye bi rastiyê ketiye sala 2021ê. Robert Spano, Serokê DMMEyê dema ku li Zanîngeha Stenbolê nasnava doktorayê ya rûmetê girtibû, bibû hedefa rexneyên tund yên derdorên mafparêz. DMMEyê di sala 2020an de ji ber ku mafên rojnamegeran bin pê kiriye 144 hezar Euro ceza ji Tirkiyeyê biriye.
Bi taybetî li piştî hewldana darbeya 16ê Tîrmehê derbarê girtina rojnamegeran de gelek serlêdan ji bo DMMEyê çêbûye. DMME di sala 2017an de li ser serlêdanan nesekiniye û dîsan jî di pênc salên dawiyê de ji bo serlêdanên 33 rojnamegeran biryar daye û 234 hezar û 760 euro(milyon û 883 hezar û 922 Lîreyê Tirk) cezaya tezmînatê li Tirkiyeyê biriye.
RTUK: Di sala 2020an de 19 mîlyon TL ceza biriye
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di sala 2020an de ji ber weşanên nûçe, film û programan 297 cezayê pereyan, 70 cezayên sekinandina weşanê û sekinandina programan li kanalên TVyan biriye. Ti ceza li kanalên radyoya nebiriye. Li ser hev 19 milyon û 63 hezar û 835 TL cezayê pereyan li kanalên tvyan biriye.
RTUKê di pênc salên dawiyê de ji ber weşanên nûçe, film û programan cezaya rawestandina 181 bernameyan daye. li beramberiya 657 cezayên pere, 72 mîlyon û 347 hezar û 439 TL ceza li saziyên weşanê biriye.
Tekoşîna li dijî bêcezatiyê lawaze
Doza kuştina Cemal Kaşikçi, nivîskarê Siûdî yê rojnameya Washington Postê ku di sala 2018an de li Konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdiyê hatibû kuştin, li Stenbolê bi lez birêve diçe. Di gel vê doza kuştina Hrant Dînk 14 sale didome û dixwazin destnedin wezîfedarên MİTê û komên netewperest yên ku gef li Dînkî dixwarin, dozê bi awayekî bi lez bi qedînin. Weke doza Dînkî doza kuştina Mûsa Anter jî bi awayekî giran birêve diçe. Heft dadwer û dozgerên ku ji ber pirtûka Ahmet Şikî a bi navê “İmamin Ordûsû” biryara girtina wî dabûn û piştre ew heft dozger û dadwer li dadgeha bilind bi tohmeta “wezîfeya xwe bi xirabî bikaranîne” û “azadî asteng kirine” hatine dad kirin. Dadgehkirina wan hê jî didome. Aydin Engîn ku 51 sale rojnamegere ji ber ku tu sedem nîne karta çapemeniyê ya zer bidin wî, bi domdarî giliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê kiriye. Rojnameger Bariş Pehlîvan roja ku hatiye girtin li pêş Girtîgeha Silîvriyê ji aliyê wezîfedarêkî girtîgehê ve hatibû derpkirin. Pehlîvan serî li Wezareta Dadê dabû û li benda biryara wezaretê ye.
Di sala 2020an de 215 rojnameger ji kar hatine derxistin
Di sala 2020an de 215 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber zextên derdorên desthilatê, ji ber li hev nekirina weşanê û rakirina bernameyên ku ew lê kar dikin li weşanê ji kar hatine derxistin.
Di sala 2016 di dema hewildana darbeye de 2 hezar û 708 rojnameger bêkar mane. Di pênc salên dawiyê de 3 hezar û 436 xebatkarên medyayê bêkar mane. Di sala 2019an 190, 2018an 157 û di sala 2017an de 166 xebatkarên medyayê bêkar mane.(NÖ/AY/FD)