Wezareta Navxweyî ji bo Şaredariya Êlihê qeyûm wezîfedar kir. Şaredariya Êlihê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) de bû.
Hevşaredar Gulîstan Sonuk bi 122 hezar dengan (% 64,52) hat hilbijartin. Waliyê Êlihê Ekrem Canalp li şûna wê weke qeyûm hat wezîfedarkirin. Canalp tevî dehan pasewanên xwe hat şaredariyê û polîsan pêşiya avahiyê bi bariyeran girtin.
Gulîstan Sonûk, rêveberên DEM Partiyê û welatî li dijî biryara qeyûm hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî polîsên ku avahî dorpêç kirine, dan.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki û Zeynep Oduncu, Parlamenterê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê seknandina xwe didomîne.
Sonuk: Kiryarên rejîma talanker em ê qebûl nekin
Gulistan Sonuk ji bianetê re axivî û got, “Ji bo du qonaxan qeyûm hat tayînkirin û em ê ti carî destûrê nedin talana 5 salan din. Hatin û bi awayekî derqanûnî xesp kirin. "Wan bi rastî bajar veguherandin qada şer.”
Sonukê anî ziman ku ew bi welatiyan re li ber şaredariyê li ber xwe didin û wiha got:
“Em ti carî destûrê nadin vê xespkirina îradeyê, tişta ku rejîma talanker kiriye em ê qebûl nekin. Di salên 2016 û 2020an de, bi hin hêcetên cûda qeyûm tayîn kirin. Niha jî ji ber hincetên pûç dixwazin careke din qeyûm tayîn bikin, lê vê carê em destûrê nadin van qeyûman. Nehiştin xebatkarên şaredariyê bikevin şaredariyê. Niha li hundir tenê polîs hene. Destûr nedan fermanber û karkeran ku bikevin şaredariyê."
Sonukê diyar kir ku ew ê li ber Şaredariya Êlihê neçin û got, “Heta ku ev biryar neyê betalkirin em li vir in. “Em ê ji vir gavekê jî paşve nevêjin.”