Li Agiriyê kesek li pêşiye Çiyayê Sîpanê di bin şepê da mabû, gundiyan ew xelas kiriye.
Ji ber ku ava şebekeyê ya Qûcaxa gundê Panosê qerimî bû, mixtarê gund Aşik Sever, Ferhat Sever û hin gundî ji bo avê bi pêşa Çiyayê Sîpan va hilkişiyane û çûne serê şebekeyê. Piştî ku gihîştin serê şebekeyê şape li wan rabûye.
Ferhat Sever di binê şapeyê da maye û gundiyan ew birîndar ji binî derxistiye. Li ser cabdayîna gundiyan ekîbên cendirmeyan û ambulansa firoke ya Wezareta Tenduristiyê çûn gund.
Wezîfedarên tenduristiyê midaxaleya ewil di firokeyê da kir û Sever rakiriye Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê.
Hat gotin ku Sever hîpotermî derbas kiriye, di beşa nexweşên giran da razandiye û talûkeya wî dewam dike.
(MB)
*Çavkanî: AA