Fotograf: Tahir Turan Eroğlu / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Derînceyê, navçeya Kocaeliyê li embara Ofîsa Dexlûdanan (TMO) teqînek pêk hatiye.
Li gorî zanyariyan teqîn di embara ku li bendergeha Sermidûriyeta Kocaeliyê ya TMOyê de saet di 14.40 deqiqeyan de pêk hatiye. Sedema teqînê nayê zanîn. Dengê teqînê ji Korfez û gelek deverên din hatiye bihîstin.
Teqîn bûye sedema toz û dûmaneke zêde. Piştî teqînê gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê, tevî polîsan çûne cihê bûye.
Valiyê Kocaeliyê Seddar Yavûzî diyar kiriye ku teqîn li embarên TMOyê pêk hatiye û gotiye, “Me hemû tîmên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê şandin. Li gorî zanyariyan birîndar hene.”
Fotoğraf: İbrahim Aktaş / AA
Şaredarê Dercînceyê Zekî Aygunî jî gotiye, “Me got qey erd diheje lê paşê me dît ku embara TMOyê teqiyaye. Em bi diyarkirina birîndaran û şandina wan a nexweşxaneyan re mijûl in. Zanyariyên zelal li ber destên me nînin. Me 3-4 hevalên xwe yên birîndar şandin nexweşxaneyê. Ev embarên dexlûdanan bûn. Bûyereke teknîkî ye, hevalên me wê agahiyan bidin. (HA/FD)