Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji zanîngehên pêşketî yên cîhanê 15 zanyaran derbarê rîska ku çavkaniya xwe ji guherînên iqlimî li Kortala Behra Spî digirin de lêkolînek kirine.
Lêkolîn 22yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) di Kovara Nature-ê de hatiye weşandin ku behsa xetereyên guherînên iqlimî di warên av, ekosîstem, xurek, tenduristî û ewlehiyê de derdikevin holê dike. Di lêkolînê de her weha behsa rewşa Tirkiyeyê jî hatiye kirin.
Lêkolîn di bin navê “Climate change and interconnected risks to sustainable development in the Mediterranean” (Guherînên iqlimî û xetereyên derbarê geşepêdanên berdewamî yên li Behra Spî) hatiye weşandin. Di lêkolînê de hatiye gotin ku li Behra Spî wê pêdiviya bi avê ji sedî 20an zêdetir bibe.
Germahî 1.4 °C zêdetir bûye
Li gorî nûçeya İklim Haberê ji lêkolînê berhev kiriye beşek nirxandinên zanyaran wiha ne:
* Germahiya li Behra Spî, li gorî beriya dema endustri ango pîşesaziyê 1.4 pîle zêdetir bûye. ev hejmar 0.4 pîle di ser germahiya global de ye.
* Xetere heye ji sedî 10 heta ji sedî 30 şilahî li wê herêmê kêm bibe ku Tirkiye jî di nav de ye. Bi taybetî ji bo welatên li başûrê herêmê, ku Tirkiye jî yek ji wan e, xetereya xelaya avê û kêmbûna dahata çandiniyan heye.
* Guherîna iqlîmê li Behra Spî dibe sedema kûrbûna wan pirsgirêkan ku bajarvanî, veberhênaniya çandinî, gemara her diçe zêdetir dibe û cureyên biyolojîk yên her diçe kêm dibin û hinên din in.
* Tenê ji ber guherîna iqlîmê, heta dawiya sedsalê pêdiviyên avdanê yên il herêmê wê di navbera ji sedî 4 û ji sedî 18ê zêdetir bibe. Bi zêdebûna hejmarê re dibe ku ev hejmar ji sedî 22yê heta ji sedî 74ê zêdetir bibe. (BK/FD)
* Foto: pixabay.com