Nexşe: AFAD
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) aşkere kiriye ku li nava Behra Spî, li nêzîkî navçeya Antalya Alanyayê saet di derdora 06.21ê de bi pileya 5.3yê erd hejiyaye.
AFADê diyar kiriye ku erdhej 39.52 kîlometre dibin erdê de bûye û heta niha ziyan negihiştiye ti kesî.
Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan û Resetxaneya Kandîlliyî ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî diyar kiriye ku erdhej bi pileya 5.3yê bûye û 18.1 kîlometre di bin erdê de ye.
Li ser medyaya civakî jî kesên li Alanyayê dijîn behsa erdhejê kiriye ku 59 kîlometre li başûrê rojavayê gundê Okûrcûlara Alanyayê di nava behrê de pêk hatiye. Li gorî zanyariyan ji ber erdhejê navçeyên Alanya, Manavgat û Gazîpaşayê jî hejiyane. (TP/FD)