Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Resetxaneya Kandilliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê saet di 07.44 deqîqeyan de aşkere kiriye ku li Behra Spî bi pileya 5.1ê erd hejiyaye.
Li gorî heman daxuyaniyê erdhej 8.7 kîlometre dûrî ser rûyê erdê pêk hatiye. Bandora wê li navbera Fethiye û Rodosê bûye û li Peravên Egeyê jî pê hisiyane.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej bi pileya 5.0ê pêk hatiye û 6.4 kîlometre dûrî ser rûyê erdê bûye. Her weha hatiye diyarkirin ku 58 kîlometre dûrî navçeya Fethiye ya Mûglayê ye.
Di daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behra Spî de hatiye gotin ku erdhej li peravên Girava Rodosê ya Yewnanistanê bûye û pileya wê 5.1 e. Her weha bandora xwe li navçeyên Fethiye, Dalaman û Gocekê kiriye.
Şaredarê Dalamanê: Ziyana mal û canî nîne
Muhammet Karakûş, Şaredarê Dalamanê bi rêya telefonê beşdarî weşana zindî ya kanala televizyonê, NTVyê bûye û wiha axiviye: “Niha li Dalamanê pirsgirêgeke me nîne. Ziyana mal û canî nîne.”
Karakûşî her weha gotiye ku ji bo betlaneya dibistanan rewşeke xirab jî derneketiye holê. (TP/FD)