Fermandariya Ewropayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (EUCOM) ragihand ku balafira leşkerî ya Amerîkayê ku di çarçoveya perwerdeya leşkerî de di 10ê Çiriya Paşiyê de li esman di dema wergirtina sotemeniyê de ket Behra Spî û 5 personel mirin.
Fermandariyê diyar kir ku lêpirsîna derbarê qezayê de dewam dike û balafir û keştiyên leskerî yên Amerîkayê yên li derdorê jî di nav de wan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dane destpêkirin.
Austin: Qezaya perwerdeyê ye
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd J. Austin duh (12ê Çiriya Paşiyê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Êvara roja Îniyê li Derya Spî qezayeke perwerdeyê pêk hat û di encamê 5 leşkerên DYAyê bi awayekî trajik mirin û em şîna wan digirin.”
Piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, artêşa Amerîkayê dest bi şandina keştiyên balafiran ên Ford û Eisenhower li Deryaya Spî kir.
(NT/AY)