bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Behra Reş hejmara miriyan gihîştiye 70î
Li Kastamonû, Bartin û Sînopê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine, gihîytiye 70yî.
.jpg)
Fotograf: AA
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesatan û Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku hejmra kesên li Behra Reş ji ber lehiyê mirine, gihîştiye 70yî.
AFADê derbarê lehiyê û encamên wê de daxuyaniyek weşandiye. Li gorî vê daxuyaniyê li Kastamonuyê 60, li Sînopê 9, li Bartinê welatiye miriye. 8 kesên birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Piştî lehiyê li Ûlûsê, navçeya Bartinê 341, li Kastamonuyê hezar û 480, li Ayancikê, navçeya Sînopê û taxên wê 560 kes ji ber lehiyê ji malên wan hatine derxistin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku li Sînop û Kastamonuyê jimara kesên ku di lehiyê da winda bûne û 47 e. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.