Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Behra Marmarayê erd hejiya. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesaran (AFAD) erdhej li Behra Marmarayê pêk hatiye. AFADê diyar kiriye ku erdhej 18.87 km dûrî Marmaraereglîsî, navçeya Tekîrdagê û bi pileya 4.2yê pêk hatiye.
Navenda Sîsmolojiyê ya Behra Spî û Ewropayê erdhej bi pileya 4.0ê pêk hatiye.
Navendê diyar kiriye ku navenda erdhejê Behra Marmarayê ye.
Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku heta niha ji ber erdhejê ti ziyanek nehatiye tomarkirin. (RT/FD)