Hunermendê fotografan û mîmar Murat Germen bi hevjîna xwe re duh êvarê (9ê Nîsanê) saet di 19.30an de dema ji derveyî welat vedigeriyan li balafirgehê hat desteserkirin.
Murat Germen bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistiye nava gel” (Xala TCK'ê 216/1) hat desteserkirin. Parêzerê Germen diyar kir kû biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê heye.
Hevjîna Germen Sema Germen ji T24ê re axivî û diyar kir ku hê sedema desteserkirinê hîn nebûne û li Edliyeya Çaglayanê li bendê ne.
(TY/AY)