Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biryara qedexeya derketina derve ya ji bo gund û mezrayên navçeya Xizan a Bedlîsê yên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê didome.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê biryara qedexeya bêdem şevê din(2ê Tîrmehê) di saet derdora 21.00an de hatibû ragihandin.
Piştî biryara qedexeyê, li dijî gund û mezrayên navborî operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Her weha li herêmên operasyon lê hatine destpêkirin car bi car pevçûn derdikevin û bi taybet jî li çoltarê Xûlapûrê pevçûneke giran heye.
Ketin û derketina jîngehan hatiye qedexekirin û leşkeran li gundê Xûlepûrê bi ser gelek malan de girtine.
Li gorî agahiyan; di encama serdegirtina malan de sê welatî hatine desteserkirin û birine Fermandariya Cendirmeyan a Xîzanê.
Daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê weha ye:
“Li gund û mezrayên navçeya Xizan a Bedlîsê yên bi navê Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê
hatiye tespîtkirin ku Endamên Rêxistina Terorê(BTO) stargehên xwe çêkirine. Ji bo girtina wan kesan li wê herêmên navborî bo parastina can û malê welatiyan, li gor madeya 11/C ya Qanûna Îdareya Bajêr roja Yekşemê 2ê Temûza 2023an saet 21:00 heta ragihandineke nû çûnûhatina derve hatiye qedexekirin.”
(TY/AY)