Li navçeya Xîzanê ya Betlîsê minîbusa gundekî qelibiye û ji ber qezayê 6 jê zarok 10 kes mirine, 8 kes birîndar bûne.
Li texma gundê Kalkanliyê ku 40 kîlomêtro dûrî Xîzanê ye minîbusa gund ya bi plaqeya 65 AZ 282an qelibiye. Di qezayê da 10 kes mirine û 8 kes birîndar bûne.
Di qezayê da Osman Sabrî (81), Gulnaz (75), Abdurrahman (11), Îsmetullah (17), Buşra (13) û Bunyamîn Tarhan (16) û Kenan (34), Senem (15), Mert (17) û Buşranur Atîk (2) mirine.
Ji bilî ajokarî, Umît Çetin (17), Zehra (17), Nur Muhammet (7), Mustafa (10) û Methiye Atîk (40) û Nurcan (22) û Alî Îhsan Tarhan (52) birîndar bûne.
Kesên birîndar bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê.
Waliyê Bedlîsê Oktay Çagatayî ji nûçegihanê AAyê re gotiye li Xîzanê minîbusa gund qelibiye û wiha berdewam kiriye: "Di qezayê de 10 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê." (FD)
* Çavkanî û Fotograf: AA