Fotograf: Îbrahîm Yildiz
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Tetwanê, navçeya Bedlîsê helîkopterekî leşkeri ketiye xwarê û di encamê de 11 leşker mirine, 2 leşker birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî daxuyaniyekî nivîskî daye û tê de weha hatiye gotin:
“Helîkoptera ku cureya wê Cougare û ser bi Fermangeha Hêzên me yên Bejahî ye di saet 13.55an de ji Çewlîgê rabûye ji bo biçe Tetwanê. Di saet 14.25an de bi helîkopterê re têkilî hatiye birîn.”
“Di encama xebatên lêgerînê de hatiye tespîtkirin ku helikopter ji ber qezayê ketiye.”
Wezareta aşkere kiriye ji saet 22.00ê pê ve hejmara miriyan derketiye 11an.
Di bûyerê de Fermandarê Kolordûya 8emîn, Korgeneral Osman Erbaş jî miriye.(EKN/AY)