Li Ava Weqfê ya serbi navenda Bedlîsê 3 roj in daristan dişewite. Her weha ji bo vemirandina agir midaxele nayên kirin û bi hezaran hektar şewitiye.
Li herêma Ava Weqfê ya serbi navenda Bedlîsê ji 30ê Tebaxê heta niha agir bi daristanan ketiye û her diçe berbelav dibe.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê herêmê midaxeleyî şewatê nayê kirin û agir li herêmên çiyayê di navbara Bedlîs û navçeya Hawêl a Sêrtê belav bûye.
Duh êvarê agirê ku bi daristanê ketiye gihîştiye gundê Hurmiza serbi navçeya Motkaya Bedlîsê û tîmên agirkujiyê û niştecêyên herêmê şewat kontrol kiriye. Şewata li quntara Çiyayê Boz berdewam dike. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê