Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve hat destpêkirin de, li gundên navçeyên Xîzanê û Tetwanê yên Bedlîsê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinên leşker û polîsan de gelek kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gundê Gulpika Xîzanê 15, li gundê Peyandasa Tetwanê jî ji malbatekê 4 kes hatin desteserkirin.
Sedema desteserkirinan nehat hînbûn.
Hat diyarkirin ku di dosyayê de biryara nepenîtiyê heye û serdegirtin dewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navçeyên Gevaş û Îpekyolûya Wanê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 20 kes desteserkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin dê bibin Bedlîsê. Di serdegirtinan de herî kêm 43 kes hatine desteserkirin.
Hate diyarkirin ku di desteserkirinên li Wanê de hin kes rastî tûndkariyê hatine û derî û camên malan hatine şikandin.
(TY/AY)