Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Sant Just Desvernê ku li bakurê Barselonayê ye kesek di tirimbêla xwe de hat dîtin. Ew kes hatibû kêrdan û miribû. Polîsên Katalonyayê eşkere kir ku kuştina wî kesî jî bi êrîşê ve têkildar e.
Wezîrê karên naxweyî yê Katalonyayê vê sibeyê eşkere kir ku hejmara wan kesên bi êrîşan mirîn bûye 15.
Bixwîne - Li Barselonayê hejmara kesên ku bi êrîşê mirin bû 14
Wezîrî eşkere kir ew kesê di tirimbêlê de termê wî hatiye dîtin “kurekê ciwan e.”
Çi bûbû?
L caddeya La Rambayê ya Bajarê Barselonyayê bi mînîbasekê êrîşek hat kirin di êrîşê de 13 kes miribûn, keseka li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî mir û hejmara wan kesên mirîn bûbû 14 bi dîtina termê ciwanekê hejmar bû 15.
Polîsên Katalonyayê li hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kir ku jinek ku li êrîşê birîndar bûbû miriye.
Li gor agahiyan hejmara wan kesên birîndarbûyîn ji 100ê boriye.
Hat diyarkirin kesekê Fas ê welatiyê Spanyayê êrîş kiriye û polîs lê digerin.
Polîsên Katalonyayê eşkere kirin ku ew kesên mirîn ji 34 welatên ji hev cida ne. Yek ji birîndaran welatiyê Tirkiyeyê ye.
Navê kesên mirîn:
Jared Tucker, 43, DYA
Elke Vanbockrijck, 44 (Belçika)
Silvina Alejandra Pereyra, 40 (Spanya-Arjantin)
Carmen Lopardo, 80 (Arjantin)
Pepita Codina, 75 (Spanya)
Ian Moore Wilson (Kanada)
Francisco López Rodríguez, 57 (Spanya)
Welatîyekê Spanyayê yê 3 salî
Bruno Gulotta, 35 (İtalya)
Luca Russo, 25 (İtalya)
Julian Cadman, 7 (Brîtanya – Avustralya)
Ana María Suárez,
Kesekê Portekîzî
(BG/HK/MB)
Wêne: Burak Akbulut – Barselona /AA
Çavkanî: Polîsên Katalonyayê