Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duhî li caddeya La Rambayê ya Bajarê Barselonyayê bi mînîbasekê êrîşek hat kirin di êrîşê de 13 kes miribûn, keseka li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî mir û hejmara wan kesên mirîn bû 14.
Polîsên Katalonyayê li hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kir ku jinek ku li êrîşê birîndar bûbû miriye.
Li gor agahiyan hejmara wan kesên birîndarbûyîn ji 100ê boriye.
Hat diyarkirin kesekê Fas ê welatiyê Spanyayê êrîş kiriye û polîs lê digerin.
Polîsên Katalonyayê eşkere kirin ku ew kesên mirîn ji 34 welatên ji hev cida ne. Yek ji birîndaran welatiyê Tirkiyeyê ye.(HK/MB)