Li Balikesîrê li pey hev çar caran erd hejiya
AFADê ragihandiye ku li Sindirgi navçeya Balikesîrê li ser hev çar erdhej pêk hat. Her çar erdhej jî pileya wan li ser 4an e.
Li gorî Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) li Sindirgi navçeya Balikesîrê di saet 06.16an de bi pileya 4,7 û di saet 06.20 û 06.21an de du erdhej bi pileya 4,2an û di saet 07.45an de bi pileya 4an erd hejiya.
Her weha erdhej 12,31, 7, 7,01 û 7,89 kîlomêtro di bin erdê da çêbûne.
Heta niha ji bo ziyanên madî û canî daxuyanî nehatiye dayîn.

Fotograf: AA
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.