Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Sabiha Gokçenê, balafirek ji xeta xwe derketiye û çûye rexa rêyê ji ber wê heta 11.20ê balafirgeh hatiye girtin. Şirketa seferên balafiran a bi navê THYyê seferên xwe heta 15.00ê paşdedaye.
Berpirsê giştî yê THYyê Bilal Ekşiyî li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku ew ê seferên alternatîf li malpera xwe biweşîne.
Şeş balafirên ku divîya li Balafirgeha SAbiha Gokçenê dadin ji bo balafirgehên dî hatine şandin. Pênc balafir ji bo balafirgeha Stenbolê û balafirek jî ji bo balafirgeha Enqereyê hatiye şandin.
(AO/MB)