Li Balafirgeha Atatûrkî li siet 22:00ê du teqîn çêbûn. Gelek polîs û ambûlans çûne cihê bûyerê.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê piştî peqîna mezin peqîneka dî jî li beşa firîna derveyî welatî çêbûne.
Li siet 22:30ê BalafirgehaAtatûrkî hat girtin.
Wezîrê Dadê, Bekir Bozdagî li Dîwana Parlamentoyê dîyar kir ku 10 welatî bi teqînê hatine kuştin û 20 welatî jî birîndar bûne.
Livîna firokeyan hat sekinandin.
Siet 23:00 Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan nûçeyên li ser bûyerê qedexe kir.
Hûn dikarin agahiyên ji rewşa xizmên xwe û firînan bistînin...
Ji bo standina agahiyên ji xizmên xwe http://flightaware.com an jî http://flightview.com ji bo standina agahiyên li ser firokeyan, bitikîne.