Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Sûriyeyê li herêma Kurdan Şehba weke kantona çarem hat ragihandin. Biryar di 3yem Civîna Meclîsa Avaker a Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de hatibû standin.
Li gorî vê encamê li herêmên weke ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê tên binavkirin hejmara kantonan derket çaran.
Hevserokatiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji hêla Hevseroka Kanton Cizîrê Hediye Yûsif û Hevserokê Birêveberiya Xweser a Til Ebdeyê Mensûr El-Selûmî ve tê birêvebirin.
Beriya Kantona Şehbayê Kantona Cizîrê di 21ê Kanûna Paşiyê ya 2014yê de, Kantona Kobanê di 27ê Kanûna Paşiyê ya 2014deyê de û Kantona Efrînê jî di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2014yê de hatibûn ragihandin.
Li gorî nûçeya ANHAyê di daxuyaniya ragihandina Kantona Şehbayê de wiha hatiye gotin:
“Piştî Sîstema Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk hat ragihandin ku bi bingehê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatiye avakirin, nûnerên herêma Şehbayê di nava Meclîsa Avaker a Federasyonê de cî girtin. Piştî ku beşek ji herêma Şehbayê ji çeteyan hat paqijkirin û azadkirin Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê hat avakirin û ev zêdekirî salekê ye gel herêmên xwe bixwe birêvedibin.”
Şehba li ku ye?
Cerablûs, El Raî û Ezaz di nava sînorên herêma Şehbayê de ne. Kanton li herî rojavayê Bakurê Sûriyeyê ye û di navbera Kantonên Efrîn û Kobanê de dimîne.
Her wiha ev herêm ew herême ku Tirkiye bi operasyona Mertalê Firatê ketibû Sûriyeyê. Beşeke mezin a ji Şehbayê di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de ye ku artêşa Tirkin piştgiriyê dide wan. (HK/FD)