Fotograf: Kurdistan24
Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî zanyariyên ku Mistefayî eşkere kirine li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 14 kesên din peyda bûye û çi kes pê nemiriye.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kiriye, di 24 saetên dawî de 19 nexweş baş bûne û bi vî awayî hejmara nexweşên heta niha baş bûne gîhaştiye 146 kesan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 609 kes bi Covîd-19ê ketine û 40 kes jî pê mirine. (AY/FD)
*Çavkanî: Rûdaw