Piştî ku li nav sînorê Herêma Kurdistanê, gerîlayên PKKyê êrîş di 22 û 23yê Kanûna Hêşiyê de birin li ser leşkerên Artêşa Tirkan, balafirên şer ên Tirkiyeyê dest bi bombebarana hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bombebaran kir.
Bombebarana destpêkê di 23yê Kanûna Pêşiyê de dest pê kirin û hîna jî berdewam dikin. Di encama van êrîşan de 8 kes mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamayayê ji Rojnewsê ragihandiye, Tirkiyeyê li Qamişlo û Kobaniyê û derdorên van bajaran ji asman û ji bejayî bombebaran dike.
Artêşa Tirkan gundê Um El Fûrsanê yê li rojhilatê Qamişloyê dikeve bombebaran kir.
Li Taxa Meyselûnê ya Qamişloyê kargeheke dirûtina cil û bergan û Coka avê ya Siweysê û Çapxaneya Sîmavê bombebaran kir. Li çapxaneyê, xebatkar Bêrîvan Zûbêr miriye.
Di êrişa li ser Çapxaneya Sîmavê de Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo mirin.
Di bombebarana kargeha Êman a Cizîrê de Rênas Hemîd, di bomebarana kargehek li taxa Eleya de Ferhan Temê, di bombebarana aşxaneya gundê Um El Fursan de jî Aya Sebawî û Faris El Faris mir.
Her weha di encama van bomberanan de 13 welatî jî birîndar bûn.
Mazlûm Ebdî: Dezgehên sivîl êrîş berfireh bûne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdiyî derbarê êrişên Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek weşand.
Mazlûm Ebdiyî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên îro li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbasî qonaxeke metirsîdar bûne û li dijî jêrxane û dezgehên sivîl berfireh bûne.
Ebdiyî got ku êrişên Tirkiyeyê dibin sedema bilindbûna asta bêzarî û aloziyan û ew êrişên Tirkiyeyê aramiya herêmê ji nav dibe û metirsiyan bêhtir dikin û ziyanên mezin digihînin sivîlan.
Mazlûm Ebdiyî her weha destnîşan kir, êrişên Tirkiyeyê nîşan didin ku wê siyaseta komkujiyê daye ber xwe.
HSD: Hêzên me li wir nebûn
Derbarê êrîşan de Navenda Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di êrişan de ti tiştek bi hêzên wan nehatiye û cihên hatine hedefgirtin hêzên wan lê nîn in û yê rasterast hatiye hedefgirtin gelê herêmê ye.
Li gorî nuçeya ANHAyê Navenda HSDyê bang li Hêzên Koalisyona Navnetewî û Rûsyayê jî kir kul i dijî va êrîşan helwesta xwe diyar bikin.
Rêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamiyî jî destnîşan kir ku “Dewleta Tirk dixwaze serkeftinên nerast li ser hesabê tirsandina sivîlan li herêmê bi dest bixe û aloziya xwe ya hundirîn derxe derve.”
Şamiyî got ku ew ê li dijî van êrîşan bêbersiv nemine. (FD)