Li Bakirkoya Stenbolê Mitînga 1ê Gulanê bi dawî hat
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Walîtiya Stenbolê, destûr neda ku li Qada Taksîmê 1ê Gulanê, Cejna Karkeran were pîrozkirin, sazî û rêxistinên siyasî û yên pîşeyî îro li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mitînga 1ê Gulanê pêk tînin.
Beriya mitîng dest pê bike rêxistin, kom û partiyên siyasî û yên pîşeyî li gelek deveran gihiştin ba hev û ji sê cihan ve ber bi qadê meşiyan.
Ber bi Qada Bazarê ya Bakirkoyê ve meşiyan

Koma ku ji hêla Marmara Forum Mallê ve dest bi meşê kir ji van rêxistin û partiyan pêk dihat:
DİSK, EYT, Birleşik Kamu-İş, DİP, HAKPAR, İDP, SEP-Tores iş, TKP1920, UİDDER, CHP û TİP
Ya ji hêla rêya E-5ê pêk dihat:
TTB, İDO, İEO, İSMMMO, İVHO, Liman-İş, EMEP, Eniya Ked û Azadiyê, Sendîkaya Piştevaniya bi Teqawidbûyan re, EHP, FKF, TÖP, Komeleya Çandê ya Kedkaran a Daricayê, , Halkevleri, TKH, TKP û TSİP

Ya ji hêla rêya Dikilitaşê (milê çepê):
TMMOB, BDSP, BHH-İDD, Platforma Em ne bê çare ne, HDP-HDK, Birleşik Devrimci Parti, DBP, ESP, SODAP, SYKP-Komeleya Mafên Kedkaran, YSP, Komeleyên Kangal-Divriğiyê, Söz ve Eylem
Ya ji hêla rêya Dikilitaşê (milê rastê):
KESK, ASİMSAN, Sendîkaya Hemû Teqawidbûyan, Teqawidbûyên Demokrat S.G., Kooperatîfa Jiyana li Enetolyayê, GİDER, KALDIRAÇ, KÖZ-YDİ Çağrı, SMF, SODEV, TÜKODER.
Saet li derdora 14.15 deqîqeyan Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatin qada 1ê Gulanê.

Di bernameyê de Ekrem Îmamoglû, Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî ya DİSKê, Aysûn Gezen Hevseroka Giştî ya KESKê, Emîn Koramaz, Serokê Giştî yê TMMOBê axivîn.
Bi konseran bername bi dawî hatiye

Metna ku ji bo bernameya îro hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hate xwendin.


Her weha koroya DİSKê, Sadik Gurbuz, Bulutsuz Ozlemî û ji Navenda Çanda Mezopotamyayê Nûrcan Degirmenci stranên xwe gotin û bername bi dawî hat. (HA/EV/EKN/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
Hewldana 78an: Divê Taksîm bi qanûnî bibe Qada 1ê Gulanê
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn