Di erdhejan de beşeka zêde ya bajarokê Yaylaqonaxa Semsûrê ku nifûsa wê hezar û 700 kes in rûxiya ye. Kesên ji erdhejê sax derketine bi derfetên xwe kavil rakirin û cenazeyên 102 kesan defin kirine.
Di encama erdhejan de Semsûr wêran bûye û hêj gelek deverên çoltarê wê hene ku kesekî xwe negihandiyê.
Yek ji navendên çoltarê yên girêdayî navendê jî bajarokê Yaylaqonaxê ye ku nifûsa wê hezar û 700 kes in.
Di encama erdhejan de nîviya bajarokê rûxiya ye. Taxa Karaçali ya bajarokê jî bi temamî rûxiyaye. Şêniyên bajarokê dane zanîn ku heta niha nêzî 102 cenaze bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistine û defin kirine.
Her weha Şêniyan gotiye ku midaxeleyê destpêkê wan bi xwe kirine û li bajarokê nêzî 220 avahî hilweşiyan e. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê