Li herêmê berf dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Ji ber berfê rêya 1077 cih û waran hatine girtin.
Li gorî nûçeya Rûdawê li bajarê Wanê ji ber berfê rêya 166 tax û 224 gundikan hatine girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi 240 wesayît û 600 karmendan dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.
Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan hewl didin û li kolan û kuçeyên navenda bajêr jî berfê paqij dikin û xwê diavêjin ser rêyan.
Bedlîs
Birêvebirê Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Bajêr a Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku li bajêr rêya 304 gundan ji ber berfê hatiye girtin.
Kurtkan diyar kir ku tîmên wan ji bo vekirina rêyan dixebitin. Tîmên Rêbejan û Şaredariya Bedlîsê jî li ser rêyên sereke û kolanan xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Li navçeya ku bi berfê spî bûye welatiyan berfa ber deriyê mal û kargehên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Mûş
Li Mûşê piştî barîna berfê di çûn û hatinê de astengî çêbûn. Li bajêr welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur da zanîn ku berf li seranserê bajêr bi bandor bûye. Yentur diyar kir ku ji ber berfê rêya 173 gundan hatiye girtin û ji bo welatî mexdûr nebin ew dê demildest rêyan vekin.
Colemêrgê
Li Colemêrgê ji doh ve berf dibare û mij heye. Stûriya berfê li navenda bajêr gihiştiye 30 santîmetreyan.
Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr, li seranserê parêzgehê rêya 210 cihên nîştecîbûnê hatiye girtin. Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir.
Tîmên şaredariyê jî li navenda bajêr û rêyên taxan berf paqij kir û xwê avêt ser rêyan. Berfê li navçeya Geverê jî bandor li jiyanê kir.
(AY)

