Li 16 bajarên Kurdan ji ber berfê rêyên 4 hezar û 786 gund û mezrayan hatin girtin.
Li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Erzirom, Qers, Erdexan, Erzingan, Îdir û Dêrsimê rêyên bi dehan gundan hatine girtin û jiyan ji ber berfê û seqemê teviziye.
Li gorî daxuyaniyên fermî, li wan 16 bajaran bi giştî rêyên 4 hezar û 786 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ne.
Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêyên 924 gundan û li Wanê jî rêyên 625 gundan girtî ne.
Li Colemêrgê stûriya berfê li navendê gihîşt metreyekê û li cihên bilind jî 2 metreyan; rêyên 357 gundan girtî ne.
Her wiha li Erzinganê 449, li Mûşê 368, li Dêrsimê 298, li Çewlîgê 226,li Bedlîsê 294, li Qersê 214, li Erdexanê 65 û li Îdirê jî rêyên 45 gundan girtî ne.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AA

