Li bajarên herêmê yên weke Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Erzîrom, Qers, Erdexan û Agiriyê ji ber berfê rêya 539 gund û stargehan hatine girtin
Wan
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye ku ji ber berfê rêya 43 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.
Li parêzgeha Wanê ji bilî rêya 43 gundan, rêya serekî ya navbera Wan û navçeya Miksê ji ber berfê hatiye girtin û tîmên peywendîdar ji ber metirsiya aşûtê kar û xebatên vekirina rê rawestandin. Li navenda Wanê jî tîmên berfê ji bo paqijkirina cade û kolanan dest bi kar û xebatên xwe kirine.
Mûş
Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihandiye ku ji ber berfê rêya 76 gundan hatiye girtin û gotiye: “Tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan dixebitin.”
Bedlîs
Li Bedlîsê jî hefteyeke berf dibare û rêya 43 gundan hatine girtin. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
Colemêrg
Îdareya Taybet a Bajêrê Colemêrgê ragihandiye ku di encama xebatan de rêya 10 gundan hatiye vekirin û tîmên wan li ser karên xwe berdewam in.
Erzerom
Li Erzeromê ji ber berfa zêde rêya 264 tax û wergehan hatiye girtin. Li Erzeromê hefteyeke bênavber berf dibare.
Li bajêr nîvê şevê germahiya hewayê di bin sifirê de 11 pile hatiye pîvan.
Agirî
Li Agiriyê ji ber berfê rêya 56 gundan hatiye girtin. Li Agiriyê beşeke Çemê Muradê qeşa girtiye.
Qers û Erdexan
Ji ber berfê li Erdexanê rêya 33 û li Qersê jî rêya 12 gundan hatiye girtin.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw , AA