Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî erdhejên 6ê Sibatê, li bajarên avahî lê hilweşiyane, lêpirsîn ji bo kesên avahiyên ku wan çêkirine hilweşiyane yan jî avahî ne li gorî yaseyan çêkirine hatibûn destpêkirin. Hejmara kesên di van lêpirsînan de hatine girtin, bûye 203.
Di 6ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6ê li Mereşê du caran erd hejiyabû û bandor li 11 bajaran kiribû. Di encamê de heta niha 44 hezar û 374 kes mirine.
Li gorî nûçeya Aayê, di encama lêpirsînan de 707 gûmanbar weke berpirsên wêranbûnê hatine diyarkirinkirin.
Ji van 203 hatine girtin, ji bo 275 kesan biryarên kontrola edlî hatine dayîn. Ji bo 152 gûmanbaran biryara zeftkirinê û 67 kesan jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Di encama fermanên serdozgeriyan de hîna 9 kes desteserkirî ne, 19 gûmanbar jî mirine.
Li gorî lêkolînên hatine kirin, 5 bersûc li derveyî Tirkiyeyê ne û 67 gûmanbar, piştî îfade dane serbest bûne.
Bi tohmeta dizî kirine 201 kes hatine girtin
Piştî erdhejan, serdozgeriyên komarî li herêmên erdhejê ji ber dizîkirinê, lêpirsîn dane destpêkirin. Ji bo 383 bûyeran 312 gûmanbar hatine diyarkirin. 201 ji wan hatine girtin û 37 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Ji bo 29 gûmanbaran biryara zeftkirinê hatiye dayîn, 10 kes piştî îfada dane, serbest bûne, 13 gûmanbar hîna desteserkirî ne.
Buroya Lêpirsînên Sûcên Erdhejê ya Serdozgeriya Komarî ya Hatayê, ji Wezareta Dadê xwestiye ku ji bo şirîkê avahiya Ronesans Rezîdansa li Hatayê Huseyîn Yalçin Coşkûnî bultena sor derxin.
Ronesans Rezîdans li Hatayê hilweşiyabû û gelek kes di min de mabûn û miribûn. Di 10ê Sibatê de muteahît Mehmet Yaşar Coşkûn li Balafirxaneya Stenbolê hatibû zeftkirin û di 11ê Sibatê de jî hatibû girtin. Derketibû holê ku şirîkê wî û birayê wî Huseyîn Yalçin Coşkûn li derveyî Tirkiyeyê ye. (AS/FD)