Li başûrê Iraqê li parêzgeha Zîqarê xwepêşandêrên dijî hikûmetê agir berda avahiya walîtiyê.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li parêzgeha Zîqarê neraziyên ku dijî hikûmetê xwepêşandan li dar xistin, molotof avêtin avahiya nû ya walîtiyê. Piştî ku xwepêşandêran agir berdayê, avahî di nava alavan da ma.
Ji ber şewatê di avahiya nû ya walîtiyê da xesar çêbû.
Li parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Iraqê meha çûyî di xwepêşandanan da avahiya walîtiyê di serî da li gelek navçeyan avahiyên hikûmetê hatibûn sotandin.
Li parêzgehên Besra û Zîqarê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ji ber midaxaleya hêzên ewlekariyê 6 xwepêşandêr hatibûn kuştin, 158 jê jî birîndar bûbûn.
Xwepêşandanên xwînî yên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 300î zêdetir kes hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandêrên ku bi pakêtên reformê yên ku hikûmetê ragihadin razî nebûn, dixwazin hikûmeta ku bi gendeliyê tawanbar dikin û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ku destnîşan dikin telîmat daye hêzên ewlekariyê ku tundiyê bi kar bînin îstifa bikin.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter/AA