Li gorî nûçeya Rûdawê Rêveberê Kontrola Krîzan a Urmiyê Emîr Ebas Caferî îro (5ê Çiriya Pêşiya 2022an) ragihandiye ku beşek ji wan kesên dema xwestine birevin daku erdhej bandore li wan neke birîndar bûne û çareseriya bilez bo wan hatiye kirin.
Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê dibêje, navenda erdhejê bajarê Xoy ser bi bajarê Urmiyê bûye û hêza wê jî 5.4 pile bûye.
Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê herwiha dibêje erdhej vê sibê di saet 03:51an de çêbûye û di navbera saet 04.00 heta 07.00 sibê de erdhejên biçûk jî rûdane.
Herweha di erdhejê de nêzîkî 235 kes birîndar bûne.
Rêveberê Heyva Sor a Urmiyê Şehram Mîrzayî îro ragihandiye ku 10 tîm bo navçeyê hatine şandin daku derbarê zerar û ziyanan de lêkolînê bikin.
Li aliyê din Rasatxaneya Kandilli ya Tirkiyeyê ragihandiye ku îro di saet 03:21an de li bajarê Xoy erdhejek bi pileya 5.8an pêk hatiye û kurahiya wê pênc kilometre bûye.
Herwiha navenda wê bajarê Xoy bûye ku 62 kîlometre dûrî bajarokê Elbak ser bi bajarê Wanê ye. Li herdû bajarên Wan û Colemêrgê jî erdhej hatiye hîskirin.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw