Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî SAMERê lêkolîna xwe ya derbarê referanduma guhertina makeqanûnê de diyar kir. Li gorî wê lêkolînê tê diyarkirin ku li bajarê kurdan rêjeya dengê ‘na’yê zêdetir e.
Li gorî xebata ku hatiye kirin, 68.3 gelê li herêmê di şert û mercên OHALê de li dijî referandûmê ne. Di lêkolînê de pirsa 'Heke vê yekşemê referandûmek bê kirin, dê rengê dengê we çi be?' hat kirin. Rêje ji sedî 57.4 bersiva 'Na', rêje ji sedî 25.1 jî bersiva 'Erê' dane.
Lêkolîn navbera 7-12ê Sibatê de li Êlih, Agirî, Sêmsûr, Dêrsim, Çewlik, Qers, Îdir, Mûş, Sêrt, Colemêrg, Mêrdîn, Riha, Amed, Wan û Cizîrê bi 1112 kesan hatiye kirin.
Pêwîstiya Makeqanûneke Nû
Di wê lêkolînê de pirsa ‘Gelo pêwîstî bi makeqanûneke nû heye an na?’ hat kirin. %45ê wan kesan ji vê pirsê re gotine ‘erê’ û %39ê welatiyan jî gotine ‘na’. Herwiha %16 jî bêbiryar in û helwestên xwe diyar nekirine.
Naveroka guhertinê
Li gorî lêkolînê %13ê wan kesan bi naveroka guhertinê ve agahdar in.
%52ê wan kesan rakirina sîstema parlementer qebûul nakin û %61 jî li dijî sîstema serokatiyê ne.
Di rewşa OHALê de referandum
%68.3ê wan kesan dibêjin ku ew referanduma dema OHALê baş nabînin.
%45ê kesên dengê didin AKPê û %24ê kesên dengê xwe didin MHPê dema OHALê de ji referandumê aciz nîn in. Lêbelê %90,4ê kesên HDPî, %81ê CHPî, %64ê MHPî û %39ê AKPî dema OHALê de kirina referandumê şaş dibinîn.
Rengê dengan
Wan kesên ku tevli lêkolînê bûne li ser pirsa 'Heke vê yekşemê referandûmek bê kirin, dê rengê dengê we çi be?' wiha bersivandin: %57.4 'Na', %25.1 jî 'Erê' û %7 jî bêbiryar in.
Her wiha li gorî lêkolînê, rêje ji sedî 7.6 jî bêbiryar in, rêje ji sedî 4.4 jî bersiva dê neçin ser sindoqê dane û rêje ji sedî 5.5 jî diyar kirin ku ewê bersiva vê pirsê nedin."
Boykot tune
Encamên lêkolîna hatiye kirin nîqaşên derbarê boykotkirinê de vala derdixe. Li gorî wê lêkolînê li bajarên kurdan rêjeya kesên ku dibêjin em ê referandumê boykot bikin %5,5 3.
Dengên HDP û AKPê zêde dibe û yên AKPê û MHPê kêmtir dibe
Li gorî lêkolînê dengên HDPê û CHPê li herêmê zêdetir bûne û dengên AKP û MHP jî kêmtir bûne.
(BK/YO)