Li Balikesîrê balafireke F-16 a fîloya 9emîn Fermandariya Baregeha Jetan a Sereke ket xwarê. Pîlotê balafirê fermandar Îbrahîm Polat, mir.
Balafir demek kurt piştî rabûnê, derdora saet 00:50an ket xwarê. Balafir li ser Rêya Îzmîr-Stenbolê, li nêzîkî gundê Naîfliyê yê navçeya Karesiyê ketiye.
Piştî agahdarkirinê, hêzên ewlehiyê, tîmên agirkujiyê û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Waliyê Balikesirê Îsmaîl Ustaoglu ragihand ku wan cenazeyê pîlotê mirî dîtine.
Otoyola Îzmîr-Stenbolê li herêma Naiplî ya navçeya Karesi ku balafir lê ket ji trafîkê re hat girtin.
Heta niha derbarê sedema qezayê de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir, "Sedema qezayê dê di encama lêkolînên ku ji hêla tîmê lêkolîna qezayê ve werin kirin de diyar bibe."
(HA/AY)
