Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Bahamayan Philip Davis gotiye ku di dema "operasyoneke bi guman a ji bo qaçaxçîtiya mirovan" de li peravên Bahamayan belemek bin av bûye û di encamê de 17 penaberên Haîtîyê mirine.
Li gorî daxuyaniya ku Serokweziriyê daye, hatiye tomarkirin k udi bûyerê de 15 jin, mêrek û zarokekî miriye.
Davîsî daye zanîn ku 25 kes hatine rizgarkirin û ji bo kontrolê radestî saziyên tenduristiyê hatine kirin, lê di bûyerê de kesên winda jî hene.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê "Lêkolînên destpêkê diyar dikin ku keştiyek bilez a du-motorî li kolana West Bay derdora demjimêr 1ê sibê ji benderiyeê derket û nêzîkî 60 kes tê de bûne,"
Rayedarên Bahamiyan diyar kirine ku du gumanban hatine zeftkirin, ku tê texmînkirin ku bi qaçaxçiyên mirovan re hevkariyê dikin.(SD/AY)