Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
HIŞYARÎ: Ev nûçe derbarê tundkariyê de ye. Her çend detay tê de nebin jî behsa tiştên qewimîne dike. Dibe naveroka nûçeyê bibe sedema bîrxistin an jî bandorên trawmayê ji wan kesan ku berê tundkarî, cidakarî li wan bûye, gotinên nefretê ji wan re hatine gotin an jî bûne şahidên van tiştan. Di rewşeke wiha de hûn dikarin alîkariyê ji pisporên tenduristiya derûnî bixwazin, serî li saziya LGBTI+yan bidin an jî ji Komeleya 17ê Gulanê re binivîsin. |
Li Azerbeycanê di nava 10 rojan de 9 caran êrîşî LGBTIQ+yan kirine. Ne polîs ne jî Ombdusman midaxele li van êrîşan dikin ku hejmara wan beriya Meha Rûmetê zêde bûye.
LGBTIQ+yên ku dixwazin serî li dadgehan bidin û dengên xwe derxin ji deriyên edliyeyan vedigerînin.
Li gorî nûçeya Yildiz Tarê ya ku di Kaos GLyê de weşiyaye, Əlî Məlîkov, çalakvanê LGBTIQ+ yê azerbeycanî behsa van êrîşan kiriye û wiha gotiye:
“Em hevdû li kolanan bi tenê nahêlin, bi tenê nameşin û bi tenê nakevin malan. Di du hefteyên dawiyê de dema ez dikevim taxa ku mala min lê ye, rêya min dibirin, heqaret û sivkatiya bi min dikin.”
Melîkovî gotiye ku rêxistinên fobîk jî êdî ava dibin û di sala 2017an û 2019an de li Azerbeycanê nêçîrên LGBTIQ+yan çêbûne, di sala 2017an de çend LGBTIQ+ hatine revandin, bi rojan ew birçî hiştine, porê wan bi zorê jêkirine, îşkence û tecawiz li wan kirine.
Her weha Melîkovî diyar kiriye ku bûyereke weke van di sala 2019an de jî bûye û di berdewama axavtina xwe de wiha gotiye: “Sûcdarê mezin dewlet e ku dij-propagandaya LGBTIQ+yan dike.”
(BO/EMK/FD)