Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kelekeke fîber a penaberan, li peravên Taxa Altinovayê, ya navçeya Ayvalikê ya Balikesîrê noqî ava bûye. Pitikek miriye.
Li ser zanyariyan balafirek, 4 belem û tîmên rizgariyê yên Fermandariya Ewlehiya Peravan çûne cihê bûyerê. Ji 35 kesan 33 kesên ku di kelekê de bûn hatine rizgarkirin.
Pitikek miriye lê ji ber ku winda bûye ew nedîtine û tîmên rizgarkirinê li pitikê digerin.
Di 2018ê de her ji du penaberan yek jê zarok bû
Di sala 2018ê de 70 milyon mirov ji ber şer, pevçûn û zordariyê reviyane. Di 70 salên Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) ev hejmara herî bilind e.
Li gorî rapora Meylên Kurewî yên sala 2018ê ya UNHCRyê, di sala 2018ê de her ji du penaberan yek jê zarok bû. Gelek ji wan (111 hezar zarok bû) tenê bûn û ji malbat an jî nasên wan kes li ba wan nebû.
Ugandayê destnîşan kiriye ku 2 hezar û 800 panebarên zarok ên emrê wan di bin 5an de ye, ji malbatên xwe dûr ketine. (AO/FD)
Nûçe û fotograf: AA