Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
4em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ji ber daxuyaniyên wê yên salên 2012 û 2013an ên li Wanê bi îdîaya ku"propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê li Aysel Tûglûkê, parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Alîkara Hevseroka Giştî ya heman partiyê û Hevseroka Giştî ya berê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biriye.
Aysel Tûglûk li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandiraya Kocaelîyê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBIS) têvlî danişîna ku li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ye bûye.
Tûglûkê tawanbariya “propagandaya rêxistinê” ya ku ji ber daxuyaniyên wê yên Wanê yên 25ê Çiriya Paşiya 2012an û 4ê Nîsana 2013an qebûl nekiriye.
Destûr nadin derman bibe
Aysel Tûglûk ji sala 2016an pê ve girtîye. Ji berk u rewşa tenduristiya wê xirap bûye parêzerên wê ji bo ku were tehliyekirin û li derve bê dermankirin serlêdan kiribû. Lê serîlêdana wan nehatiye qebûlkirin.
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (KO/AY)