Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Aydinê de polîsan îro li navçeyên bajar bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de rêveberên DEM Partiyê yên rêxistinên navçeyan jî di nav de 7 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina 10 kesan hatiye dayin û ji bo 3 kesên ne li malê bûn biryara girtinê hate dayin.
Hat zanîn ku rêveberên DEM Partiyê yên Germencîkê Gorkem Ozyurek, Sedanûr Aydin û rêvebera DEM Partiyê ya Efelerê Helîn Uçar jî di nav desteserkiriyan de ne.
Her weha ji bo dosyayê biryara nepeniyê hate dayin û hevdîtina parêzeran a bi desteserkiriyan re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.
Kesên desteserkirî piştî kontrola tenduristiyê birine Emniyeta Aydinê.