Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber Santralên Enerjiyê yên Jeotermal (JES) yên li Aydinê hatine avakirin û tên avakirin, ziyaneke gelekî mezin li darên hejîrê, zeytûn û mêwên tirî bûye.
Serokê Lijneya Rêvebir ê Odeya Çadiniyê yê Aydin-Bûharkentê Naîm Ozdamarî behsa ziyana li Aydinê kir ku li Tirkiyeyê yek ji girîngtirîn cihên çandinî lê çêdibe ev der e.
Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Yaşamê, Ozdamarî gotiye ku di navbera salên 2020 û 2021yê de li Aydinê, nêzîkî 500 hezar darên hêjîrê hişk bûne.
Rekolteya zeytûn û pemboyî kêm bûye
Ozdamarî gotiye, Bendava Adiguzelê yek ji wan sê bendavên e ku Aydin avê ji wir distîne û rêjeya avê li vir kêm bûye. Vê rewşê bandora xwe li rojhilatê Nazîlliyê jî kiriye:
“Îsal ji ber hişkesaliyê rekolte û qalîteya zeytûnan kêm e. Ji ber cihên ku pembo lê tên çandin têr nayên avkirin, kêm zêde wê 400-500 kîlo pembo bidin lê me çavdêriya 600-700 kîloyî dikir.”
Li gorî gotina Naîm Ozdamarî, JESên li Aydinê mîna santralên termîk kar dikin û serê Gwhê, dibin sedema xerckirina 2 hezar û 700 metrekup avê.
Li gorî daneyên Midûriyeta Herêma 21ê ya Karûbarên Avê ya Dewletê rêjeya avên di bendavên li Aydinê wiha ye:
- Bendava Adiguzelê ji sedî 10,
- Bendava Kemerê ji sedî 14,
- Bendava Adnan Menderesî ya Çîneyê ji sedî 22,
- Bendava Gokbelê ji sedî 36,
- Bendava Îkîzdereyê ji sedî 14
- Bendava Topçamê ji sedî 20,
- Bendava Karpûzlu Yaylakavakê ji sedî 15,
- Bendava Karacasûyê, ji sedî 28.
Daneyên meha Çiriya Paşiyê hîna nehatine aşkerikirin. Ji ber ku baran kêm bariyaye, çav li rê ye ku rêjeya avê ya bendavên Aydinê kêmtir be. (TY/FD)