Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Şûraya Dewletê biryar da û got Ayasofya ne muzexane ye û Serokomariyê bi biryarnameyekê ew weke mizgeft nîşan da, îro li Ayasofyayê yekem car e nimêja înê tê kirin.
10:00 Qerebalix di saetên sibê de li derdora Ayasofyayê kom bûn.
Mozaîk bi perdeyan nixumandine
Mozaîkên dîrokî yên sembolên Xirîstiyaniyê li ser wan hene, beriya nimêjê bi perdeyan hatine nixumandin.
Erdoganî kum daye serê xwe
11:30 Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan û beşek wezîr hatin Ayasofyayê. Ji bo wan tedbîrên ewlehiyê hatine standin.
Erdoganî maske xistiye ber devê xwe ku heta niha zêde maske bi kar netanî.
12:00 Quran hate xwendin.
13:15 Erdoganî kum daye serê xwe û Fatîhe û sûreta Beqereyê xwend.
13:28 Li Ayasofyayê melayî bang kir.
Xutbeya “bi şûr”
14:00 Ali Erbaş, Serokê Karûbarên Olî xutbe xwend.
Erbaş dema ji bo xutbeyê bixwîne derket ser mînberê şûrek di desta de bû.
Erdogan axivî
Serokomar Erdogan piştî xwendina xutbeyê çû serdana tirba Fatih Sultan Mehmetî û li vir axivî.
Erdoganî wiha got: “Piştî ku darazê rastî dît, êdî ev der vegeriya ser koka xwe. Mizgeft bû, dîsa bû mizgeft. Niha wê weke mizgeft xizmetê ji her bawermendan re bike. Li gel vî tiştî hemû kesên baweriya wan bi olên din tên dikarin werin vir weke mîrateya çandê ya hemû baweriyan bibînin.
“Ka em serdana tirba Fatih Sultan Mehmed, xwediyê rastîn ê vî karî bikin.”
Erdoganî diyar kiriye ku li gor daneyên fermî 350 hezar kesî li wir nimêja înê kiriye.
Tenê 500 kes dikarin beşdar bibin
Ji ber şewba koronavirusê destûr dane ku tenê 500 kes li Ayasofyayê nimêja înê bikin. Li derve jî tenê li 5 qadên ku hatine diyarkirin destûr heye ji bo nimêjê.
Du beş ji bo jinan, sê jî ji bo jinan hatine veqetandin.
Çi bûbû?
Di 10ê Tîrmehê de 10em Daîreya Şêwra Dewletê biryara Lijneya Wezîran betal kiribû ku Lijneya Wezîran gotibû Ayasofya ne mizgeft lê muzexane ye. Lijneya Wezîran ev biryar di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an de dabû.
Komeleya Xizmeta Ji bo Derdorê û Bermahiyên Dîrokî ya Weqfan a Daimî ji bo biryara Lijneya Wezîran a derbarê Ayasofyayê de were betalkirin, serî li Şûraya Dewletê dabû.
Daîreyê biryar dabû ku danişîn ji bo dadgehkirinê pêk were û di 2yê Tîrmehê de li aliyên peywendîdar bi mijarê re guhdar kiribû. Piştî danişînê Daîreya 10em a Şûraya Dewletê lêkolîn li ser dosyayê kiribû.
Şûraya Dewletê diyar kiribû ku wan biryara Lijneya Wezîran a di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an de daye betal kiribû. Lijneya Wezîran gotibû ku Ayasofya ne mizgeft e lê muzexane ye. Bi vê biryara Şûraya Dewletê re êdî dikarin Ayasofyayê weke mizgeftê bi kar bînin.
Erdoganî biryar dabû ku Ayasofya bibe mizgeft
Piştî ku Şêwra Dewletê biryar dabû, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryarnameyek weşandibû. Di biryarnameyê de hatibû gotin ku piştî 10em Daîreya Şêwra Dewletê biryar Lijneya Wezîran a 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an betal kir, wî biryar daye ku rêveberiya Mizgefta Ayasofyayê bide Serokatiyê Karûbarên Olî û bi vî awayî ji îbadetkirinê re were vekirin.
Derbarê Ayasofyayê de
Li “Qadên Dîrokê yên Stenbolê” ye û di sala 1985an de xistibûn nava lîsteya Mîrateya Cîhanî.
Justinyenê 1em, Împaratorê Bîzansiyan di navbera salên 532 û 537an de weke kenîse ava kiribû. Piştî ku Fatih Sultan Mehmetî Stenbol bi dest xist, kiribûn mizgeft. 481 salan weke mizgeft hatibû bikaranîn. Di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an bi îmzeya Ataturkî û biryara Lijneya Wezîran, di 1ê Sibata 1935an de bûbû muzexane.