Îro li bajarê Grazê a Awistiryayê li dijî lîseyekê êrîşa çekdarî pêk hat.
Berdevkê Polîsan Fritz Grundnig ragihand ku di êrîşa li dijî dibistana ku li Dreierschützengasseyê ye de neh kes mirine û gelek dersdêr û xwendekar jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê êrîşkar bi awayekî bêserûber li dibistanê gule reşandiye û piştre jî gule berdaye xwe. (TY/AY)